Şerafettin Elçî canê xwe ji dest da

Parlementerê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Amedê û siyasetvanê navdarê Bakûrê Kurdistanê Şerefedîn Elçî malavyî li jiyanê kir.
Duhî serokê KADEP-ê û Parlamenterê yê Amedê Şerefedîn Elçî ji ber nexweşiya xwe ya kanserê li Enqerê canê xwe ji dest da.
Elçî demek dirêj li Enqere`yê ji ber nexweşiya xwe ya pençeşêrê dihat dermankirin, lê duhî ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest da.
Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî, di sala 1938 an de li Cizîrê hate dinyayî. Dibistana Serete li Cizîrê, lîse li Mêrdînê xwend. Elçî, Fakulteya Hiquqê a Zanîngeha Enqereyê qedand. Heta demekê li Amedê parêzerî kir.
Şerafettîn Elçî di sala 1977 an de cara ewil li Mêrdînê wek parlementer hatibû hilbijartin. Di salên 1978 û 1979 an de Wezaretiya Avadaniyê jî kiribû. Di heyama 12ê Îlonê de hate girtin. Di heyama wezaretiya xwe de çima ku got, "li Tirkiyê Kurd hene û ez jî Kurd im" hate darizandin û 2 sal û 3 meha ceza xwar.
Elçî, di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011 an de li Amedê wek parlementerê serbixwe hate hilbijartin.




