25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêbarî: Roja rastiyê nêzîk bûye..Referandum nayê paşxistin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî dibêje, êdî roja rastiyê nêzîk bûye û bi piştrastî dê referandum di roja xwe de lidar bikeve û qet nayê paşxistin.

Hoşyar Zêbarî di panêla Zanîngeha Selahedîn de ya bi navê Referandum û Çarenivîsa Herêma Kurdistanê, beşdar bû û tê de Nûnerê PDKê di Encumena Bilind a Referandumê de Hoşyar Zêbarî ragihand: “Ti guhertinek di dema referandumê de nayê kirin û roja 25ê Îlonê roja derxistina rastiyan e ji bo hemû hêz û kesan. Ne tê paşxistin. Dê danûstandin ligel Bexdayê berdewam bin ji bo lidarxistina referandumê. Gelek pirsgirêkên me ligel Bexdayê hene, lê biryara dawî tenê di destê gelê Kurdistanê de ye.”

Hoşyar Zêbarî wiha got: “Bo roja 25ê Îlonê emê daxwaza çavdêran ji Neteweyên Yekbûyî û welatên Erebî bikin û emê kar li ser anîna çavdêrên biyanî bikin, da ku ew prose paqij be û rengeke baş pêş cîhanê bike. Êdî roja rastiyê nêzîk dibe, bawer nakim ti kes û aliyek xwe ji wê rastiyê bidize, ku miletê Kurd biryarê derbarê çarenivîsa xwe bide.”

Nûçeyên têkildar