Komîteya piştgiriya referanduma Başûr li Enqerê dest bi hewldanan kir

Enqere-KDP.info- Şandekê bi navê “Komîteya Piştgriya Giştpirsiyê” li Enqerê çend hevdîtinên girîng pêk anî. Endamên şandê seredana Komeleya Mafê Mirovan û Komeleya Pizîşkên Tirkiyê kir û her du komeleyan jî piştgiriya xwe ji bo giştpirsiyê aşkere kirin. Şanda Kurdan di heman demê de ji aliyê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû ve jî hate pêşwazîkirin û Kiliçdaroglu nêzîkî 45 deqan hevdîtinek bi şandê re kir.
Komîteye piştgiriya referanduma Herêma Kurdistanê li Enqer di gel çend saziyan civiya. Endamên komîteyê destpêkê seredana komeleya mafê mirovan IHDê kirin. Piştî hevdîtinên xwe endamên şandê daxuyaniyek belav kirin.
Berdevkê Însiyatifa Azadî, Sidkî Zîlan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em derdê gelê Kurdistanê îzah dikin. belkî ji ber şertên Tirkiyê biraderên me nikarin xwe bigehînin her derê, em jî ji bo piştgriyê rola xwe ya tarixî dilîzin.”
Endamên Komîteyê di heman demê seredana Komeleya Pizşkan jî kirin û ji bo giştpiriyê piştgirî xwest.
Komîteya piştgiriya giştpiriyê li navenda giştî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji aliyê serokê partiyê Kemal Kiliçdaroglu ve jî hatre pêşwazîkirin, lê hevdîtina bi CHPê re dûrî çavê kamerayan pêkhat.




