Necmedîn Kerîm: Şanda Kurdistanê ya diçe Bexda nûnertiya Kerkûkê jî dike

Kerkûk-KDP.info- Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, şanda ku ji bo danûstandinên li ser giştpirsiyê diçe Bexdayê nûnertiya hemû gelê Kurdistanê dike û Kerkûk jî beşeke ji Kurdistanê.
Necmedîn Kerîm li başûrê Kerkûkê ji rojnamevanan re ragihand: “Bi navê hemû gelên Kerkûkê spasiya pêşmerge dikim. Ew tenê ji bo parastina neteweyekê nehatine vê derê. Ew hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Kerkûkê diparêzin.”
Necmedîn Kerîm herwiha got: “Ew hêza ku Kerkûk û bi taybetî navçeya Hewîceyê ji DAIŞê re hişt ne pêşmerge bû. Pêşmerge hat û ji van deran DAIŞ derxist. Pêşmerge çawa Beşîr rizgar kiribe, heman awayî, hemû navçeyên Kerkûkê jî dê rizgar bike.”
Derbarê şanda Kurdistanê yak u biryare here Bexdayê jî Kerîm diyar kir: “Şanda ku diçe Bexdayê nûnertiya hemû gelê Kurdistanê dike û Kerkûk jî beşeke ji Kurdistanê. Di şandê de kî hebe, em weke nûnerê xwe dibînin.”
Parêzgarê Kerkûkê tekez kir, ku dê gelê Kerkûkê bi germî pêşwazî li giştirsiya 25ê Îlonê bikin û herin ser sindoqan.




