Bi serperştiya serok Barzanî, mekteba siyasiya YNK û PDK civiyan

Îro sêşembe Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke polîtboruya PDK ku Nêçîrvan Barzanî cihgirê serokê PDK jê tê de amade bû, bi armanca kombûna bi serkirdatîya YNK serdana Silêmanîyê kir û li Silêmanîyê ji alîyê Kosret Resûl Elî cihgirê yekem û Dr. Berhem Salih cihgirê duyem ê Celal Talebanî sekreterê giştîyê YNK hatine pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîyê, kmombûna navbera her du polîtboruyan bi serpiretsîya serok Barzanî destpê kir ku nîv demjimêrî berdewam bû. Piştî tewaw bûna kombûnê konfranseke rojnamevanî bo serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî hate sazdan. Herwiha biryar wiha ye, ku encamê kombûnê di beyannameyekê de bihê ragihandin.
Şanda polîtboruya PDK ji Nêçîrvan Barzanî cihgirê serokê PDK û Fazil Mîranî sekreterê polîtboruya PDK û Mesrûr Barzanî, Zeîm elî û Mehmûd Muhemed endamên polîtboruyê pêk hatibû. Herwisa şanda polîtboruya YNK jî ji Kosret Resûl Elî cihgirê yekem û Dr. Berhem Salih cihgirê duyem ê sekreterê giştîyê YNK û herwiha Mela bextiyar, Seidî Ehmed Pîre, Ednan Muftî, Şêx Ceifer Mistefa, Mehmûd Sengawî û Refetn Elî pêk hatibû.




