Serok Barzanî: Hebûna Mam Celal bo YNK`ê û PDK`ê û hemû partiyan giringe

Piştî kombûna du qolîya navbera Partîya Demokrata Kurdistanê û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê bi serpirestîya Mesûd Barzanî û guftûgo kirina di bareya rewşa Kurdistan û Iraqê de, konfranseke rojnamevanî bo serok Mesûd Barzanî serokê herêma Kuridtsanê û cihgirê yekemê sekreterê giştîyê YNK Kosret Resûl Elî hate sazkirin û tê de serok Barzanî ragihand: "erkê exlaqî û erkê niştîmanîya me wisa dixwaze wek caran pabendê rêkevtina stratejîk bibîn."
Di konfranseke rojnamevanî de serok Mesûd Barzanî ji dezgehên ragihandinî re basa naveroka kombûna xwe ya bi her du polîtboruyên YNK û PDK re kir û ragihand: "hatina me bo nik (lay) birayên serkirdatîya yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê, bo gihandina peyama biratî û pêkve bûnê ye û pêş hemû tiştekê em doa (niza) dikeyn li nik xwdayê mezin ku şîfayê bişîne bo cenabê Celal Talebanî û bi xweşî û selametî vegere bo Kurdistanê."Serok Barzanî herwisa got: "hatina me bo gihandina evê peyamê ye ku em li gel we ne û amade ne ji niha paş ve jî di hemû babetan de li gel we bîn."
Serok Barzanî amaje bo rolê giringê serok komarê Iraaqê rêzdar Celal Talebanî kir û got: "Bûna Celal Talebanî nek tenê bo yekîtîyê giringe, belku bo partîyê jî giringe û bo hemû partîyên Kurdistanî û gelê Kurdistanê jî giringe. Înşalah bi xweşî û selametî ve jî dê vegere bo Kurdistanê û nûçeyên dawî jî di bareya tendirustîya wî yê rêzdar de, ewe ku roj bi roj rewşa tendirustîya wî ber bi başbûnê ve diçe, belê gerek hemû egeran jî li ber çav bigrîn, çimku nexweşîya wî ciddî ye û wisa nîne ku hêsan be, her çende supas bo xwedê ku pizîşkên wî li hember rewşa tendirustîya serokn Taelabnî geşbînin."
Di berdewamîya axavtina xwe de di evê konfransa rojnamevanî de serokê herêma Kurdistanê da xuyakirin: "giring ewe ye ku bo paşeroja Kurdistanê, yekrêzîya yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê û hevpeymanîya navbera yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê û partîya demokrata Kurdistanê û herwisa ya hemû hêzên siyasîyên Kurdistanê gelek giringe û em bi evê dikarin dirêjepêderê xebat û têkoşînê bibîn ku cenabê Celal Talebanî pê ve gelek mandû bûye. Em bi evê dikarîn destkevtên xwe biparêzîn û destkevtên din jî bi dest bihînîn, careke din jî doa dikeyn ku xwedayê mezin şîfaya bi xêr bo cenabê mam Celal bişîne û vegerîne nav me."
Di bareya serdankirina bajarê Silêmanîyê jî de, serok Barzanî ragihand: "serdana me tenê bo lay yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê bûye û bo gihandina evê peyamê bûye ku me bas kir, çimku eve demeke hestyare bo evan û bo me jî. Dê di demeke nêzîk de di maweya paşerojê de li gel alîyên din jî kom biîn û pêş niha jî em kom bûne."
Di beşeke din a evê konfransa rojnamevanî de, Kosret Resûl Elî cihgirê yekemê sekreterê giştîyê YNK di bareya serdana serokê herêma Kurdistanê bo Silêmanîyê û kombûna bi her du polîtboruyên YNK û PDK de ragihand: "em gelek bi germî bi xêr hatina cenabê serok Barzanî û endamên polîtboruya PDK dikeyn. Hatina serok Barzanî bo lay polîtboruya NK delaleteke mezine bo me û piştîvanîya bo YNK û herwiha dirêjedan bi evê peywendîya stratejîk a di navbera me de ye û eve jî li ser rêbaza mam Celal ku di kombûna dawîya li gel polîtboruya YNK teekzî li ser evê biratîyê kir ku di navbera me û birayên PDK de heye û ji me ragihandiye, ku bi her şêweyekê be, gerek ev biratî bimîne."Kosret Resûl Elî herwisa got: "em supasîya wna dikeyn ku her ji roja yekem ve serok Barzanî gelek giringî bi tendirustîya mam Celal daye."
Di bersiva pirsyarekê de ya di bareya arîşeyên navbera Bexdad û Hewlêrê de, serok Mesûd Barzanî got: "em herdem li gel guftûgoyê de bûne û hîç demekê jî me dergehê guftogoyê negirtiye û di eçnd rojên bihê de jî kombûneke din a serbazî di navbera her du alîyan de dihê encamdan. Bê goman vekişîna pêşmerge girêdayî bi vekişîna hêzên supayê Iraqê ve ye. Nahê qebûlkirin ku em bi defaktoya ku niha li navçeyên Kurdistanîyên derveyê herêma Kurdistanê heye, razî bibîn û bi zorê hêza supa bihê sepandin, belê evan hûrkarîyan em di bihêlin bo ewan komîteyan ku biryar wiha ye di evê bareyê de qise bikin."
Di bareya bandora naxweş kevtina Celal Talebanî jî serok Barzanî ragihand, ku "mixabin nexweşîya serok mam Celal hindek bername rawestandine û me bernameyeke hûr û kûr hebû, ku cenabê serok Talebanî ji ber hindê vegeriya Bexdadê bo guftûgo kirina li ser giriftan. Gerek em hêvîdar bîn ku girift bihên çareserkirin, belê ez bi çareserîya giriftan gelek geşbîn nînin."
Di bareya paşeroja rêkevtinnameya stratejîk a navbera PDK û YNK de piştî nexweşîya serok Talebanî, Barzanî got: "erkê exlaqî û erkê niştîmanîya me wis ali me dike û li ser her du alîyan ferz dike ku weke caran pabendî evê rêkevtina stratejîk bîn."




