Balyozê Brazîlya: Ji bo alîkariya gelê Kurdistanê em amade ne

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Balyozê Brazîlyayê li Iraqê ragihand ku ji bo alîkariya gelê Kurdistanê ew amade ne û çi ji destê wan bê dê bikin.
Îro Sêşemê Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê welatê Brazîlyayê Mîgêl Conyor Megalhays kir.
Di wê hevdîtinê de Balyozê Brazîlya pesnê aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê û pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên wê yên cuda de, da û ragihand ku tevî welatê wî pir dûrî Kurdistanê ye lê gelek nirxên hevbeş di navbera wê û Kurdistanê de hene, wek pêkvejiyana pêkhateyan û rêzgirtin li azadî û serxwebûnê.
Balyozê Brazîlyayê ragihand ku welatê wî amade ye pêwendiyên xwe ji hemû aliyan ve pêş bixe û çi alîkariyek jî ji gelê Kurdistanê re pêwîst be ew amade ne pêşkêşî wan bikin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ragihand ku Kurdistan şanaziyê bi pêkvejiyana xwe dike û herwiha tekez jî kir ku ji bo pêşxistina pêwendiyên xwe ligel welatê Brazîlyayê, Kurdistan amade ye.
Serok Barzanî ji Balyozê Brazîlyayê re behsa referanduma Başûrê Kurdistanê jî kir û ragihand ku gelê Kurdistanê biryara xwe daye ku referandumê bike û biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û ji bo wê yekê jî dê Kurdistan diyalog û gotûbêjan ligel Bexdayê bike.
Di dawiya wê hevdîtinê de, Balyozê Brazîlyayê hêviya bexteweriyê û jiyaneke xweş ji gelê Kuridstanê re xwest.




