26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dixwaze bi aştiyê bigehê mafên xwe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Bayozê Brîtanya li Iraqê rancis Baker û şanda pê re ragihand, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de û peyvendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hate kirin. Herwiha ronahî jî hate xistin li ser pêşeroja peyvendiyên herêma Kurdistanê û Bexdayê bo biryara gelê Kurdistanê ya birêvebirina referandomê di 25ê Îlona îsal de.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.

Nûçeyên têkildar