25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Chris Kochera re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xemgîniya xwe bo wefata rojnamevan û dostê gelê kurd Chris Kochera (Kirîs Koçêra tê xwendin) anî ziman û got, ew dê herdem di bîr û dilê gelê kurd de bimîne.

Rojnamevan û nivîskarê Fransî û dostê qedîm yê kurdan Chris Kochera roja 3 vê mehê wefat kir.
Bi wê helkeftê, Serok Barzanî nameyek ji hevjîn û malbata wî re şand û hevxemî û xemgîniya xwe ji ber wê yekê nîşan da. Nameya Barzanî wiha ye:
“Bo xanim Îdît Koçêra,
Ez bi bihîstina wefata hevjînê we yê birêz û nivîskar û dîrokzanê mezin Kirîs Koçêra gelekî xemgîn bûm. Ez bi navê xwe û hemû gelê Kurdistanê serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we, mirovên we, dost û hevalên rehmetiyê Kirîs Koçêra dikim. Ew dostekî mezin yê gelê Kurdistanê bû. Wî bi nivîsîna pirtûkan û encamdana lêkolînên xwe rolek mezin di nasandina kurdan de list. Navê Kirîs Koçêra dê her dem di nav dil û bîra gelê kurd de bimîne. Xebat û westandina wî bi taybet li ser dîrok, rewşa siyasî û cografiya kurdan her wiha rola we wek hevjîn û hevkara Kirîs Koçêra cihê spasî û qedirzaniyê ye.
Ez xwe şirîkê xema we dizanim û ji Xwedê dixwazim sebr û hedarê bide we, ruhê wî şa be.”


Attachments area

Nûçeyên têkildar