Serok Barzanî: Nabe welatên cîran ji referanduma gelê Kurdistanê bitirsin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku nabe welatên derdorê tirsa wan ji referanduma gelê Kurdistanê hebe, ji ber ku bi dirêjahiya 26 salên derbasbûyî Herêma Kurdistanê piştrast kiriye ku ew sedema aramiyê ye li navçeyê û piştî referandumê jî peywendiya Kurdistanê dê li gel wan welatan bihêztir dibe.
Ev gotinên Serok Barzanî di hevdîtineke rojnamevanî da hat ku roja pênçşem 03.08.2017 li Selaheddîn li gel hejmarek ji sernivîskarên çend rojnameyekî Kuweytî encam da.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê behsa wan sedeman kir ku bûne sedema wê yekê ku gelê Kurdistanê biryara encamdana referandumê bide û li vî derbarî de balkişand li ser dû qonaxên li dîroka peywendiya gelê Kurdistanê û hikûmetên yek li dawiya yekên Iraqê. Qonaxa yekem li 1920 heta 2003 û qonaxa duyem jî li 2003 heta îro.
Serok Barzanî ragihand: “Di herdû qonaxan da biryar bû em şirîk bin, lêbelê para me ji wê hevbeşiyê ew bû, ku 4500 gundên me wêran kirin, 182 hezar kesên me enfal kirin ku zêdetirê wan jin û zarok bûn, kîmyabarana Helebçe heta Zaxo, 12 hezar gencên Feylî li temenê 18 heta 30 salî û heşt hezar Barzanî. Di herdû qonaxan de me wekî xelkê Kurdistanê, tevî wan hemû karesatan, sala 2003ê em amade bûn biçin Bexda û rûpeleke nû vekin û bi pêkve bi birayetî û demokratî bijîn, lê belê dîsa wan ew wek şirîk qebûl nekirin.”
Serok Barzanî balkişand li ser qonaxa piştî 2003 û got: “Di qonaxa duyem de jî me wekî xelkê Kurdistanê rolekî serekî di dariştin û pesendkirina destûra nû ya Iraqê de dît, lê belê wan destûr binpê kirin û paşê jî bi nanbirîna xelkê Kurdistanê tawanekî mezin encam dan, ku niha tên behsa destûr dikin û dibêjin referanduma Kurdistanê berevajiya destûr e, lê belê rastiya wê ew e ku ew destûra ku wan binpê kir, her ew destûr e ku rê dide xelkê Kurdistanê ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”
Serok Barzanî ragihand: “Hîç gelekî dunyayê nagihe armanca xwe eger ew bi xwe daxwaza wê neke, encamdana referandumê jî biryara gelê Kurdistanê ye û gel li ser rûyê partiyane û di bin ti guvaşekê de jî destberdarî wî mafê xwe nabe û ji wê biryarê paşvekêşiyê nake.”
Serok Barzanî tekez jî kir ku ezmûna me ya derbasbûyî piştrast kiriye ku hikûmetên Iraqê gelê Kurdistanê wekî şirîk qebûl nakin û gelê Kurdistanê jî bindestî qebûl nake. Niha ku şeraketa rasteqîne nehat dirustkirin, bila em bibin dû cîranên baş û rê li dirustbûna kêşeyên mezintir bigrin.
Serok Barzanî tekez kir ku encamdana referandumê nabe metirsî û pirsgirêk, lê belê dê mayîna vê rewşê cihê metirsiyê ye û referandum jî ji bo parastina gelê me ye ji dûbarebûna karesat û êşên di paşarojê de.
Di derbarê bi dilgiraniyên hinek ji dewletên navçeyê jî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Nabe welatên derdorî me tirsa wan ji referanduma gelê Kurdistanê hebe ji ber ku bi dirêjahiya 26 salên derbasbûyî Herêma Kurdistanê piştrast kiriye ku ew sedema aramiyê ye li navçeyê û piştî referandumê jî dê peywendiyên me yên aborî û siyasî li gel wan welatan bihêztir dibin. ”
Attachments area




