26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êzdî: Serxwebûna Kurdistanê dê me ji karesatan biparêze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Kurdên Êzdî yên ku koçberî sînorê devera Soran bûne, di salvegera dagîrkirina Şingalê de ji aliyê terorsîtên DAIŞê ve, daxwaz dikin ku navçeyên wan bi fermî vegerin ser Herêma Kurdistanê û ew yek dê birînên wan derman bikin. Herwiha daxwaz dikin ku hêzên neyasayî yên li Şingalê ji wê navçeyê derkevin.

Îro 3 sal bi ser êrişa hovên DAIŞê bi çekên giran li ser Şingalê derbas dibe. Di wê êrişê de Şingal hat dagîrkirin û bi hezaran Kurdên wê deverê û nexasim jî Kurdên Êzdî rastî komkujiyekê hatin û keç û jinên wan wek koyle ketin destê wan terorîstan. Di encamê de xelkê wê navçeyê bi temamî koçber bûn Herêma Kurdistanê. Lê cihê dilxweşiyê ye ku roja 13-11-2015 bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêzên Pêşmerge Şingal ji bin destê wan terorîstan rizgar kirin.

Meryem Lezgîn ku jinek ji gundê Giruzêr e ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Em daxwaz dikin ku ew karesata ku terorîstên DAIŞê anîn serê me, wek jenosîd bê naskirin, herwiha kesûkarên me yên ku hêj di destê DAIŞê de ne bên rizgarkirin. Em hêvî dikin Hikûmeta Iraqê dest bi avedankirina Şingalê bike da ku êdî em vegerin ser mal û warê xwe.”

Hadî Xeyrî jî dibêje: “Terorîstên DAIŞê hatin Şingalê ji bo ku Êzdiyan qir bikin, lê bi destê wan nehat. Em xwe wek Kurdên esîl dibînin û vê yekê jî xweragirî daye me. Ew jî tevî wê karesata mezin ya ku hat serê me. Em li hêviya roja referandumê ne, da ku em tê de bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re û Erê ji vegera navçeyên me bo ser îdareya Herêma Kurdistanê. Ji bo ku careke din karesat neyên serê me, em dixwazin navçeyên me bi Kurdistanê re bibin dewleteke serbixwe, da ku em bikaribin di bin siya asayiş û aramiya Kurdistanê de bi kêfxweşî bijîn.”

Welatiyekî Êzdî jî ku li kampa Rewanduz dimîne, bi navê Qasim Silêman dibêje: “Piştî rizgarkirina Şingalê em li hêviya wê yekê bûn ku em vegerin ser mal û warê xwe, lê mixabin çend hêzên neyasayî hatine navçeyê û xwe bi zor bi ser Şingalê feriz kirine, ku çendîn xizmên me ji aliyê wan hêzan ve hatine terorkirin û roj bi roj rewşa navçeyê têk didin, lewma jî em ji ber wan hêzan venagerin û em daxwaz dikin ew hêz ji Şingalê derkevin û biçin cihê xebata xwe da ku em jî vegerin ser mal û gundê xwe.”

Nûçeyên têkildar