26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li bajarên Kurdan 372 leşkeran xwe kuştine

Çavkanî: KDP.info

Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, diyar kir ku di navbera salên 1990-2012’an heta îro li herêmê 372 leşkeran xwe kuştine û pileya wan leşkaran jî yek bi yek aşkera kir.

 

Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Culemêrgê Adîl Kurt, derbarê xwekuştina leşkeran de, pirsyarnameyeke nivîskî da. Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn jî pirsên Kurt bersivandin. Şahîn, di bersiva xwe de pileya leşkerên di navbera 1990-2012’an de li bajarên kurdan xwe kuştine, aşkera kir.

 

Li gorî bersiva Şahîn, di nava 22 salan de 2 serbaz, 11 berbaz , 7 leşkerên pispor, 2 serleşkerê pispor, 349 leşker û serleşker, bi giştî 372 leşkeran heta niha xwe kuştine.


Li gorî statîstîkan di nava 23 bajaran de, bûyerên xwekuştinê herî zêde li Şirnexê çêbûn. Li Şirnexê 49, li Mêrdînê 31, li Dêrsimê 29 û li Culemêrgê jî 22 leşkeran xwe kuştine.

Nûçeyên têkildar