Êran: Serokê Rêkxirawa Mafê Mirovan a Kurdistanê bo 4 rojan ji zîndanê derket

Piştî derbaskirina 6 salan di zîndanê de, Serokê rêkxirawa Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) Mihemed Sedîq Kebûdwend bi kefaleta 400 hezar dolaran karî 4 rojan ji zindana Ewîn a Tehranê derkeve.
Îclal Qewamî peyvdarê Rêkxirawa Mafê Mirovan a Kurdistanê li Êranê di daxuyaniyekê de bo Evro ragehand ku piştî bizaveka mezin berpirsên Êranê razîbûn ku birêz Mihemed Sedîq Kebûdwend bo 4 rojan ji zindan derkeve û dîsan divê vegere zîndanê.
Îclal Qewamî got: " Şeva 22 ê Mihemed Sedîq Kebûdwend, ku li ser damezrandina wê komeleyê û karê rojnamevanî 11 sal ceza lê hatiye birîn, bi danîna 700 milyon tûmen wek kefalet ji zîndana Ewîn derket û hat nav malbata xwe."
Kebûdwend, xwediyê heftenameya ‘Peyamî Merdûm’’ e jî ku niha hatiye girtin. Navbirî 6 sal e bi tohmeta dijayetîkirina asayişa neteweyî ya Îranê di zîndanê de ye




