Rabîteya Îslamî ya Cîhanî: Em gelekî baş mafê rewa yê gelê Kurdistanê fêm dikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Rabîteya (Tevgera) Îslamî ya Cîhanî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku ew baş ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê fêm dikin.
Roja çarşem 02.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rabîteya Îslamî ya Cîhanî kir.
Di hevdîtinê de şanda mîhvan pesnê çanda pêkvejiyan û parastina pêkhatan û firehiya olî û fikrî ya Kurdistaniyan kir. Ew yek jî ragihand ku ew gelek baş li rewayetiya daxwaziyên gelê Kurdistanê û êşên wan fêm dikin ku li ser xelkê Kurdistanê de hatiye û hêviya wê yekê xwest ku li bin serkirdayetî û hîkmeta Serok Barzanî gelê Kurdistanê bigihe berava aramiyê.
Şanda mîhvan spas û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê hebû ku mîhvandariya sedan hezar koçber û lêqewimiyan kiriye û li şerê DAIŞê û xebata dijî sîtemkaran qurbaniyeke zêde daye û nerawestiyaye.
Her di vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da behsa dîroka gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyî yê hengavan bavêje û ragihand gelê Kurdistanê hemû rêyekî ji bo jiyan û şeraketa li gel Iraqê ceribandiye û hikûmetên Iraqê li têkdana şeraket û li vî derbarî de berpirsiyarin ku li ser pêkhatên Iraqê da hatiye.
Di beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê gefên teror û hizra tayîfegerî li ser aramî û pêkvejiyanê de danustandina bîr û ramanan hate kirin.
Di vê civînê de Mamosta Mela Ebdulla Weysî Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê amade bû.




