Serokatiya Kurdistanê: Serok Barzanî gef li Ebadî nekiriye

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de red kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi ti awayî gef li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiribe.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro çarşembî 2ê Tebaxa 2017ê daxuyaniyek derbarê nûçeyên hin saziyên medyayî de belav kir, ku behsa wê yekê dikin, ku qaşo di serdana par a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bexdayê de, Serok Barzanî gef li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye.
Di daxuyaniyê de, ew zanayrî bi temamî hatine redkirin û tê gotin, ku Serok Barzanî bi ti awayî gef li Ebadî nekiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Di hejmarek medya û ragihandinan de nûçeyeke nerast belav bûye, goya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî nameyeke tijî gef ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şandiye.
Em li vir radigihînin, ku ev nûçe ti bingeheke wê nîne û pêwendiya navbera Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê gelek baş û dostane ye û hemû demi hewl hatiye dan, di niha û paşerojê de jî, ku her arîşeyeke hebe, bi diyalogê û ji hev têgihîştinê û danûstandinê were çareserkirin.”




