26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê NY ji Serok Barzanî re behsa rapora xwe ya li ser Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir û di wê hevdîtinê de behsa rapora xwe ya li ser Iraqê kir.

Îro Çarşema 02.08.2017 Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda li niha û paşarojê de nirxandin.

Her di vê hevdîtinê de Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî behsa wê raporê kir, ku di derbarê Iraqê de pêşkêşî Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî kir û Serok Barzanî ji naveroka raporê agahdar kir.

Rewşa siyasî ya navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bû.
 

Nûçeyên têkildar