26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xristiyan: Çarenivîsa me û ya Kurdan û hemû pêkhateyan, yek e

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Tevgera Demokrata Aşurî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku çarenivîsa wan û ya Kurdan û hemû pêkhateyên Kurdistanê, yek e.

Îro Sêşema 01.08.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yunadim Yusif Kena Sekreterê Tevgera Demokrata Aşurî û şandekî li gel kir ku hejmarek ji Endamên Mekteba Siyasî ya Tevgera Demokrata Aşurî pêkhatibû.

Li hevdîtinê de şerê dijî terorîstên DAIŞê û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta navxweyî û navçeyî guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de şanda mîhvan qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku Krîstiyan bi xwe bi hevçarenûsa Kurd û pêkhatên dinê Kurdistanê dizanin, ji ber ku tenê li Kurdistanê maf û taybetmendiyên wan pêkhatan li ber çav digre û diparêze.

Di vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da ronahî xiste li ser dîroka jiyana gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê û wan sedeman behs kir, ku hana gelê Kurdistanê dide berev serbixweyî yê hengav bavêje, eve jî dûpatkir ku ber çav girtina maf û daxwaziyên xuşk û birayên Krîstiyanan prensîpekî cîhgirê jiyana siyasî û civakiya Kurdistane û daxwaz jî kir ku partiyên Krîstiyanên Kurdistanê li gel hevdû kom bibin û bi hevbeşî li ser daxwaz û têbîniyên xuşk û birayên Krîstiyanan bikin encamek û bixinrû.

Nûçeyên têkildar