Encumena Referandumê dê biçe Bexdayê..Referandum biryara xelkê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Bilind a Referandumê dibêje, heta 10 vê mehê dê komîteyeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û dê ji wan re bêje ku Kurdistan dê referanduma xwe bike û xelkê Kurdistanê êdî biryara xwe ya referandumê dane.
Xelîl Îbrahîm ku Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye jî, ji malpera KDP.info re ragihand: “Encumena Bilind a Referandumê dê heta 10 vê mehê serdana Bexdayê bike. Mesûd Barzanî û Kosret Resûl û nûnerên pêkhateyên Kurdistanê û aliyên siyasî dê di wê komîteyê de cih bigrin. Ew şand dê bi fermî ji Bexda re bêje ku referandum dê li Herêma Kurdistanê bê kirin ji bo ku biryara gelê Kurd e û mafê me ye.”
Îbrahîm wiha got: “Referandum biryara gelê Kurdistanê ye û emê ji Bexdayê re bêjin ku referandum û serbixwe mafekî rewa yê Kurdistanê ye û bila deriyê şer bê girtin û em bi aştiyane pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin. Ji xwe em û Bexda bi serdanekê ji hev safî nabin û dê piştî referandumê jî gelek şandên me biçin Bexdayê.”
Attachments area




