Bakurê Kurdistanê- Xebatên piştgiriya referanduma Başûr berfireh dibin

Amed-KDP.info- Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê dest bi rêzeçalakî û xebatan dikin ku hem piştgiriya ji bo referandûmê berfirehtir bikin û hem jî dijberiya li hember referandûmê nermtir bikin.
Partî, rêxistin û rewşenbîrên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê, di 15ê Tîrmehê de bo piştgiriya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê komcivînek li dar xistibû. Di encama vê komcivînê de jî Însiyatîfa Piştgiriya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê hat avakirin. Niha ev însiyatîf amadekariyan dike ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û li Enqere û Stenbolê xebatan bimeşîne. Yek ji endamê Însiyatîfê Mesût Tek dibêje; ew ê bi van xebatan rastî û rewatiyê referandûmê bidin nasîn.
Endamê Însiyatîfa Piştgiriya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê Mesûd Tek ji K24ê re wiha axivî: "Em dixwazin dewletên mezin ên cîhanê ku di rojhilatanavîn de bibandor in, bizanin ku xelkê Bakûrê Kurdistanê piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dike. Em dixwazin bidin zanîn ku ka çima Referanduma Serxwebûna Kurdistanê dibe wesîleya aştiyê."
Yek ji armancên Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ew e ku bi şêwazeke li ser avakirinê pêşî li dijberiya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê bigire. Endamê Însiyatîfê Mehmet Emîn Kardaş dibêje; ew ê bi rêya diyalogê û bi helwesteke aştîxwaz behsa referandûmê bikin.
Mehmed Emîn Kardaş jî got: "Partî, rêxistin û kesayetên serbixwe hatin cem hev û însiyatîf ava kirin. Pêwîst e ku em aqîlane tevbigerin. Da ku pêvajoya referandumê rastî neyîniyek newe. Em ê helwest û gotinên xwe li gor vê yekê nîşan bidin."




