26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka- Nûneratiya Kurdistanê gotûbêjekê li ser çarenivîsa pêkhateyan lidar dixe

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka bi alîkariya Peymangeha Amerîka bo Aştiyê, dê îro Sêşemê li Washington gotûbêjekê li ser çarenivîsa pêkhateyên Iraqê lidar bixe.

Yên ku dê di vê gotûbêjê de beşdar bibin ev in: Balyoz Wlyam Tailer Cîgirê Serokê Peymangeha Aştî ya Amerka, Balyoz Ferîd Yasîn Balyozê Iraq li Amerîka, Beyan Samî Ebdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka, Viyan Dexîl Parlemantera Êzdî li Iraqê, Wlyam Werde Serokê Hevpeymaniya Pêkhateyan li Iraqê, Serheng Heme Seîd Rêveberê Programan di Peymangeha Aştî ya Amerîka de, Nihomî Kîkoler Cîgirê Serokê Navenda Rêgirtin li Jenosîdan li Amerîka.

Nûçeyên têkildar