26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Bilind a Referandumê biryara aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê biryar da di nava 2 hefteyan de Parlamentoya Kurdistanê were çalakkirin û herwiha şandek ji bo danûstandinan here Bexdayê.

Îro Yekşemê 30.07.2017 Civata Bilind a Referandumê li Pîrmamê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
Di civinê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resul Elî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endamên civatê jî amade bûn.

Herwiha Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bû û naveroka karên teknîkî yên komîsyonê ji bo amadekariya referandumê eşkere kir û behsa pêdiviyên referandûmê kir.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, pêşhatên dawî û nirxandina helwesta civaka navdewletî û herwiha pêvajoya siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê, li ser 3 xalan biryar hatine wergirtin.

Li gorî daxuyaniyê biryar wiha ne:

“Yekemîn: Civînê biryar daye bi raspardina Mesûd Barzanî û Kosret Resul Elî ji bo pêkanîna şanda danûstandina li gel Bexdayê.

Duyemîn: Civînê biryar daye di nava du heftiyan de Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar bike ji bo çareseriya pirsgirêkan û piştevaniya li referandumê.

Sêyemîn: Derbarê prensîban de pêkhate û Sekreteriyeta Civata Bilind a Referandûmê danûstandina bîr û ramanên hev kirin.”

Nûçeyên têkildar