26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şaxên komîsyona referandumê li Kerkûk, Mûsil, Selahedîn û Diyala tên vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê giştî yê komîsyona bilind a helbijartin û rapirsî li herêma Kurdistanê behsa hewldanên komîsyonê yên aktîf kirina ofîsa komîsyonê yên li çend parêzgehên din ên Kurdistanê dike û dibêje: ‘’Di vê derbarê de dest bi amadekariyên pêwîst tê kirin.’’

Rêveberê giştî li komîsyona bilind a helbijartin û rapirsî li herêma Kurdistanê Karwan Celal ji malpera KDP.info re ragihand: ‘’Vê heftiyê encûmena komîsyaran li komîsyona bilind a helbijartinê dê bicivin û biryarê derbarê vekirina çar ofîsên komîsyonê li bajarên Kerkûk, Mûsil, Selahedîn û Diyala dê bên vekirin.’’

Herwaha got: ‘’Karmend li gor pêwîstî û birêve birina kar dê bên diyar kirin û piştî wê jî rasterast ofîs dê dest bi kar bikin bo ku amadekariyan bikin ji referandomê re.’’
 

Nûçeyên têkildar