25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bakurê Kurdistanê- 6 partiyan kampîna “Erê Bo Referandumê” ragihandin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Bi mebesta piştgiriya li referanduma Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê kampîna “Erê Bo Referandumê” ji aliyê çend partiyên Kurdî û akadîmîst û rewşenbîran ve hat ragihandin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelîk, ku yek ji rêkxerên vê kampînê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “6 partiyên Kurdî ku ev in: Hereketa Azadî, PAK, Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur, Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye, Partiya Soşyalist a Kurdistanê û Partiya Azadî ya Soşyalist. Ligel çend kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û serbixwe, kampanyaya Erê ji bo Referandumê, ragihandine.”
Mustefa Ozçelîk wiha got: “Armanca me ji vê kampanayayê ew e ku em piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê bikin, da ku em dengê azadiya Kurdistanê bighînin tevahiya cîhanê û em ji wan re bêjin ji mafê Kurdan e jî ku bighên serxwebûna xwe, ew jî bi riya aştiyane û demokrasiyê, ku referandum e.”
Serokê PAKê wiha domand: “Emê serdana çend partiyên din jî bikin, wek HAK-PAR û HUDAPAR û CHP û AKPê. Herwiha emê serdana çend dezgeh û aliyên derveyî Tirkiyê jî bikin ji bo ku em piştgiriya referandumê bidest bixin, ku emê gelek semînar û çalakiyan li gelek bajar û bajarokên Tirkiyê lidar bixin. Herwiha emê ligel rewşenbîr û siyasetmedaran jî bicivin ji bo ku piştgiriya referandumê bikin.”
Attachments area
 

Nûçeyên têkildar