26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zîbarî: Me pêşkeftinên mezin di pirsa referandumê de bidest xistine

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Endamê Komîteya Bilind a Referandumê Hoşyar Zêbarî ragihand ku êdî haya Neteweyên Yekbûyî û welatên mezin jê heye ku em cidî ne li ser pirsa referandumê û me ji bo vê yekê jî gavên mezin avêtine.

Hoşyar Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Neteweyên Yekbûyî di civînên Encumena Asayişa Navdewletî de 2 caran behsa referanduma me kiriye û haya sekreterê wê yê giştî jî jê heye û ew dijayetiya me nakin.”
Zêbarî wiha got: “Wezîrê Derve yê Rûsya jî bi xwe behsa referandumê kiriye û tekez kiriye ku ji mafê Kurdistanê ye ku referanduma xwe bike. Ev hemû belge ne ku Kurdistan di pêşkeftineke mezin de ye di pirsa referandumê de û êdî ji welatên mezin re diyar bûye ku Kurdistanê di pirsa referandumê de cidî ye û roj bi roj Kurdistanê nêzîkî referandumê dibe.”
Wî endamê Komîteya Bilind a Referandumê wiha domand: “Em dixwazin beriya referandumê Parlemantoya Kurdistanê aktîv bikin û em niha ligel aliyên siyasî di danûstandinên pêşkeftî de ne derbaerê vê pirsê de.”

Nûçeyên têkildar