26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peter Galbraith: Serxwebûna Kurdistanê hetmî ye û dê çê bibe

Çavkanî: KDP.info

 

Washington-KDP.info- Balyozê berê yê Amerîkayê li Kurwatya, Peter Galbraith dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê tiştekî hetmî ye û dê çê bibe. Galbraith herwiha got: Ji bo Kurdistanê, mana di Iraqê de metirsîdar e ne serxwebûn.”


Peter Galbraith di panêleke taybet bi referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de li Waşington a paytexta Amerîkayê ragihand: “Wezareta Derve ya Amerîkayê bawerî bi yekparçûbûna xaka Iraqê nemaye. Serxwebûna Kurdistanê tiştekî hetmî ye û dê rû bide.”

Wî siyasetmedarê amerîkî herwiha da xuyakirin, serxwebûna Herêma Kurdistanê dê aramiyê li deverê çê bike û tekez kir: “Ji bo Kurdistanê, mana di çarçoveya Iraqê de xeter e, ne serxwebûn.”

Nûçeyên têkildar