26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Necmedîn Kerîm: Kerkûkê dê di referandumê de bêje Erê

Çavkanî: KDP.info

 

Washington-KDP.info- Parêzgarê Kerkûkê û Endamê Polîtburoya YNKê Necmedîn Kerîm di panelekê de di konferansa “Kurdistan Hepeymana Stratejîk a Amerîka” de ragihand, li Kerkûkê dê referandum biser bikeve û dê Kerkûk di referandumê de bêje Erê.

Necmedîn Kerîm got: “Me qurbaniyên mezin dane, heger li dîroka Iraqa nû binêrin, ma ti demê bi yeksanî û wekhevî bi pêkhateyên din re nehatiye danûstandin. Bi dirêjahiya dîrokê maf bi Kurd nehatiye dayîn ku mafê xwe bidest bixe.”

Herwiha got: “Piştevaniya referandumê ji aliyê partiyên Kurdistanî ve roj bi rojê zêde dibe.”

Got jî: “Referandum li navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî jî dê bê kirin û hemû pirsgirêk ligel Bexdayê tên çareserkirin, ku şandekê diyar dikin bo gotbêjkirina wan pirsgirêkan.”

Nûçeyên têkildar