General Ronald Griffith: Niha dema herî baş e bo serxwebûna Kurdistanê

Washington-KDP.info- Generalê malnişîn yê Amerîkayê ragihand, ku niha dema herî baş e bo serxwebûna Kurdistanê û amaje bi vê yekê jî kir, pêwîst e Amerîka binkeyeke xwe ya leşkerî li Herêma Kurdistanê ava bike.
Generalê malnişîn ê Amerîkî Ronald Griffith di panela derbarê referandoma herêma Kurdistanê ya li Washingtonê de ragehand: ‘’Naha dema herî baş e bo serxwebûna Kurdistanê û pêwîst e Amerîka piştevaniyê li hewldanên Kurdistanê bike.’’
Herwaha got: ‘’Tirkiye û welatên din jî divê têbigehin ku referanduma Kurdistanê nabe gef bo ser ti kesê.’’
Generalê malnişîn got, pêwîst e em piştevanî li referandoma Kurdistanê û daxwazên hemwelatiyên herêma Kurdistanê bikin.
Navborî rexneyên tund li hikûmeta Iraqê kirin û got: ‘’Pêwîst e Amerîka alîkariyên xwe bo hikûmeta Iraqê kêm bike û li hember vê jî piştevaniyên xwe bo Herêma Kurdistanê zêdetir bike.’’




