Daxuyaniyek ji Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê nûçeyeke rojnameya Hawlatî

Li rûpela 2 yê rojnameya Hawlatî roja dûşem 23.12.2012 babetek belav bûye ku qaşo Herêm derbasgeha sînorên xwe li rûyê Kurdên Rojawa girtiye û rojname bi serdêrekî çewaşekarane ji bo babetê daniye.
Em wekî Serokayetiya Herêma Kurdistanê radigihînîn ku ev nûçe ji rastiyê dûre û hewleke ji bo çewaşekirina arasteya rûdawên navxweya Sûriye. Tekez li wê yekê dikîn ku tu xalekî fermî li ser sînorê Herêma Kurdistan û Suriye tûne heta hatibe girtin.
Ev rastî jî rûn û eşkereye ku li palpiştî û hevkariya berdewamiya rêzdar ji bo yarmetîdana yekrêzî û serxistina doza wan ya rewa kes hîndî Kurdên Rojava ne agahdarî peroşiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê ye.
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24.12.2012




