25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zerdeştiyên Kurdistanê piştgiriya referandumê dikin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Rêberê Zerdeştiyên Kurdistanê li Parêzgeha Silêmaniyê Şêx Luqman piştgiriya xwe û Zerdeştiyên Kurdistanê ji bo referandum û serxwebûna Başûrê Kuridstanê ragihand û daxwaz jî kir ji hemû xelkê Kurdistanê ku bi dilxweşî tevlî referandumê bibin û bêjin Erê ji Kurdistaneke serbixwe re.

Şêx Luqman ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Zerdeştî piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê dikin û daxwaz jî dikin ku hemû xelkê Kuridstanê di referandumê de beşdar bibin û bêjin Erê ji Kurdistana serbixwe re.”
Rêberê Zerdeştiyan wiha domand: “Em bang li hemû aliyên siyasî dikin ku bi yekdengî û bi yekrengî daxwaz mafê neteweyê yê gelê Kurd bikin û em dibînin jî ku di dewleta Kurdistanê de dê yeksanî û wekhevî hebe û em jê re jî têkoşanê dikin.”
Attachments area
 

Nûçeyên têkildar