Sîwelî: PDKê ji dil dixwaze pirsgirêkan çareser bike

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîwelî ragihand ku PDKê daxwaz kiriye rasterast ligel Goran bicive û niha jî li hêviya bersiva Goran e, ji ber ku PDKê ji dil dixwaze parlemanto aktîv bibe û pirsgirêk çareser bibin.
Hoşyar Sîwelî ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha PDKê çend destpêşxerî pêşkêş kiriye ji bo aktîvkirina parlemantoyê, niha jî em dibêjin bila parlemanto bê merc dest bi karê xwe bike, ku heta niha Goran ti gavek li ser vê yekê navêtiye.”
Li gorî wî berpirsê PDKê, di çend rojên borî de PDK bi fermî daxwaza civîneke rasterast ji Goran kiriye û Goran jî gotiye ku ewê berpirsê tevgera xwe hilbijêrin û piştre bersiva PDKê bidin.
Sîwelî wiha got: “Em li hêviya bersiva Goran in ku bersiva me bidin û PDK pir cidî ye û ji dil dixwaze parlemanto aktîv bibe û pirsgirêk çareser bibin.”




