25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serkirdeyekî PDKê: Ji bo me karê herî li pêş, Referandum e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî serkirdatiya PDKê dibêje, PDK ji bo serxistina piroseya referandumê amade ye ji her gotûbêj û danûstandinekê re ligel aliyên siyasî. Herwiha tekez dike ku kerê herî li pêş ê PDKê referandum e.

Aras Heso Mîrxan ji malpera KDP.info re ragihand: “Em li hêviya bersiva fermî ya Tevgera Goran in ji bo ku em lihev bicivin. Dema bersiv bidin dê şandeke pilebilind ji PDKê serdana wan bike, ji ber ku referandum karê herî lipêş ê PDKê ye, û ji bo serxistina referandumê jî em ji her gotûbêj û danûstandinekê re amade ne.”

Mîrxan wiha got: “Em dixwazin zû hemû aliyên siyasî nûnerê xwe di komîteya referandumê de destnîşan bikin û em li hêviya Goran in ji bo ku amadekariyên referandumê bidawî werin.”

Wî serkirdeyê PDKê ragihand: “Biryar e li ser asta bilind civînek di navbera PDK û YNK de jî çêbibe, ku ew jî ji bo amadekirina civîna hemû partiyên siyasî ye. Herwiha emê ligel Goran behsa referandumê û aktîvkirina parlemantoyê û vegera wezîrên wan bo nava hikûmetê, bikin.”
 

Nûçeyên têkildar