Ozturk: Biryara Ewropa bi şandina çavdêran pêngaveke girîng e

Siwêd-KDP.info- Serokê Komeleya Komkar û serkirdeyê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR a Bakurê Kurdistanê Haluk Ozturk dibêje, referanduma Başûrê Kurdistanê biryareke dîrokî ya gelê Kurd e. Herwiha tekez dike ku xelkê Bakurê Kurdistanê piştgiriyê li wê biryarê dikin û hêvî dikin gelê Kurdistanê bi rêjeyeke gelekî mezin tê de beşdar be.
Haluk Ozturk ji welatê Siwêd ji malpera KDP.info re ragihand: “Amadebaşiyeke gelekî baş ji vê referandumê re hatiye kirin û dunya hemû behsa Kurdan dikin. Haya cîhanê ji vê pêngava Kurdan heye û ew agahdar in ku mileteke mezin heye bi navê Kurd ku heta niha bê dewlet in û ji mafê wan e ku ew jî bibin xwedî dewlet.”
Ozturk wiha got: “Bi sedê salan e ku Kurd xebateke mezin ji bo vê rojê û ji bo dewleta xwe dikin û eger Kurd ne li vê navçeyê bana dê ji kevin de xwedî dewlet bana. Xelkê Bakurê Kurdistanê piştgiriyê li wê biryarê dikin û hêvî dikin gelê Kurdistanê bi rêjeyeke gelekî mezin tê de beşdar be.”
Wî siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê wiha domand: “Serdana Serok Barzanî ya bo Brokselê hêviyên gelê Kurd bihêztir kirin û ew jî di encama deplomatîka serkeftî ya serkirdatiya Kurdistanê bûye. Êdî miletê Kurd ji pirsa referandumê paş venakşe û qurbaniyên xwe jibîr nakin. Herwiha biryara Ewropa bi şandina çavdêran pêngaveke girîng e.




