26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymana Navdewletî dê li ser şandina çekan bo Pêşmerge berdewam be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî tekez dike ku alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ji çek û teqemeniyan ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam bin û biryar e di naverasta sala bê de jî 2 lîwayên Pêşmerge biçek bikin.

Ferîq Cemal Êmînkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew gotinên ku dibêjin piştî şerê DAIŞê nabe Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bin, nerast in û ji sala 1991ê ve çekên giran di destê Pêşmerge de hene û Hêzên Pêşmerge ew çek bi xwîna xwe bidest xistine û kesî bi xêra xwe nedane me.”
Êmînkî wiha got: “Di şerê DAIŞê de çekên giran di destê Pêşmerge de hebûn û dê ew çek her di destê wan de bimînin û kes nikare wan çekan werbigre.”
Serfermandarê Pêşmerge wiha domand: “Herwiha alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ji çek û teqemeniyan ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam be, ew jî li gorî bernameyên wan, ku Amerîka di naverasta sala bê de dê 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek bike û perwerdeya leşkerî jî bide wan. Lewma jî ti amaje tune ne ku ewê alîkariyên xwe ji bo Hêzên Pêşmerge rawestînin.”

Nûçeyên têkildar