Konsulê Tirkiyê: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Hewlêrê bihêztir bikin

Hewlêr-KDP.info- Şandek ji Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê serkdana Konsulxaneya Tirkiyê kir û li wir Konsulê Tirkiyê ragihand ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.
Di wê hevdîtinê de, behsa pêwendiyên aborî û siyasî yên di navbera Hewlêr û Enqere de hat kirin û herdu aliyan tekez kir ku berjewendiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî di wê yekê de ye ku pêwendiyên wan berdewam bin.
Herwiha di civînê de behsa proseya referanduma Başûrê Kurdistanê hat kirin û herdu aliyan bi eşkere behsa helwesta xwe li hemberî referandumê kirin.
Konsulê giştî Tirkiyê ragihand ku welatê wî hewl dide ku pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.




