26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bakurê Kurdistanê- 6 partiyên Kurdî piştgiriyê li referanduma Başûr dikin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Li Ameda Bakurê Kurdistanê 6 partiyên siyasî yên Kurdî û çend rêxistin û kesayetiyên din piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîşan dan.

Ew aliyên siyasî jî ev in: Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur, Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê, Partiya Sosyalist a Kurdistanê û Partiya Azadî ya Sosyalîzim.
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Ozçelîk ji malpera KDP.info re ragihand: “Me piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîşan daye û em dibêjin referandum di dema xwe de ye. Herwiha me daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê bigrin, ji ber ku mafê rewa yê gelê Kurd e, da ku wek hemû gelên dunyayê ew jî bighên mafê xwe. Em hêvîdar in ku ti pirsgirêkek li pêşiya referandumê dernekeve.”
Ozçelîk wiha got: “Referanduma Başûrê Kurdistanê bandoreke mezin li ser cîhanê kiriye û welat behsa wê dikin. Bêguman dê bandorê li ser Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê jî bike û dê bibe deriyek ji bo azadiya wan jî, lewma jî em wek Kurdên Bakur bi hemû awayekî piştgiriyê li birayên xwe yên li Başûr dikin û em hêvî dikin xelk bi rêjeyeke gelekî bilind tê de beşdar bin û bêjin erê ji Kurdistana serbixwe re. Ji ber ku ev referandum derfeteke dîrokî ye û nabe ti aliyek dijayetiya wê bike.”

Nûçeyên têkildar