Biro: Em hêvî dikin ti astengiyek li pêşiya referandumê dernekeve

Hewlêr-KDP.info- Serokê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştevaniya xwe bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand û got, çi bikeve ser milê me emê bikin.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de ji K24ê re got: “Derfeteke gelekî baş e ku partiyên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar dane ku referandom di 25 Îlona îsal bi rê ve here.”
Biro her wiha got: “Em wek ENKSê her çalakiyeke di derbarê serxwebûnê û referandumê de çêdibe, em beşdarî wê çalakiyê dibin. Em her wiha hêvî dikin heta roja referandomê jî ti astengî dernekevin pêşiya Herêma Kurdistanê û referandum serkeftî be, ku gava pêşî ye ji bo serxwebûna Kurdistanê.”




