Serok Barzanî: Belçîka amade ye çavdêran bişîne referandumê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de piştî civîna li gel Serokê Herêma Flandersê, ragihand: “Berpirsên Belçîkayê amade ne çavdêran bişînin bo şopandina pêvajoya referandumê.”
Îro Duşemê 11-07-2017, şanda Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Brûkselê li gel Serokê Herêma Flanders a Belçîkayê Geert Bourgeois, civînek pêk anî.
Piştî civînê Serokê Herêma Flandersê Geert Bourgeois ji rojnamevanan re got: “Em rêzê ji biryara gelê Kurdistanê re digrin.”
Bourgeois herwiha got: “Eger kurd ji bo serxwebûnê gavan biavêje, divê em qebûl bikin û rêzê li hember vê biryarê bigrin. Şandina nûneran ji bo çavdêriya referandumê jî di destê hikûmeta belçîkayê de ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ragihand: “Berpirsên Belçîkayê amade ne çavdêran bişînin bo şopandina pêvajoya referandumê.”
Hêjayê gotinê ye, ku şanda Kurdistanê danê sibê ligel Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Berevanî û hejmareke din ên berpirsên hikûmeta Belçîkayê civiyabû




