Mehmûd Usman: Çûna şanda referandumê bo Ewropa girîng û pêwîst e

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Usman dibêje, serdana şanda Encumena Bilind a Referandumê bo Ewropa pêngaveke pir girîng û pêwîst e.
Îro şadana Encumena Bilind a Referandumê gihîşt Bruksel û dê li wir pirs referandumê ligel Beljîka û Parlamentoya Ewropayê gotûbêj bike.
Derbarê wê pêngavê de, Dr. Mehmûd Usman ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana şanda Encumena Bilind a Referandumê bo Ewropa pêngaveke pir girîng û pêwîst e. Divê em berê xwe bidin encamên wê û bizanin dê çi be dest me ve bê.”
Wî siyasetmedarê Kurd wiha got: “Jibilî Ewropa serdana welatên cîran û Bexda û Amerîka û Rûsya jî girîng e. Ji ber ku wê demê dê her tişt zelaltir bibe. Herwiha wergirtina nêrîna welatan pir pêwîst e.”
Usman wiha domand: “Yên ku em pêşbînî dikin ku pirsgirêkan ji referandumê re derxînin, Îran û Tirkiye û Iraq in. Lewma jî pêwîst e em hemû hewlên xwe bidin ku ew nebin dijmin ji me re.”
Dr. Mehmûd Usman wiha got: “Ev referanduma Başûrê Kurdistanê mijareke neteweyî ye û divê ji bo serxistina wê hemû aliyên siyasî yekrêz bin û nakokiyên xwe bidin aliyekî, wê demê referandum bihêztir dibe.”




