25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pîrozbahî li Heyder Ebadî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro dûşem 10/07/2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê ve kir.

Di vê pêwendiya telefoniyê da Serok Barzanî pîrozbahiya wê serkeftina mezin kir, ku li şerê rizgarkirina Mûsilê de bi dest ve hatiye, ku berhema hemahengî û hevkarî û qurbanîdana Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqe.

Her di vê pêwendiya telefoniyê da pîrozbahiyê li her dû gelê Kurdistan û Iraqê kirin, ku ev serkeftina mezin bi xwîna zarok û gedeyên her dû aliyan hatiye nexşandin, birêz ve jî li şehîdên wê serkeftin û şerê têkşikandina terorîstan bi bîr anî û hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran xwestin.

Li dawiya peywendiya telefoniyê da Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Iraqê tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya her dû aliyan li dijî terorê kir.
 

Nûçeyên têkildar