26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş: Tu cudahîyek di navbera CHP, MHP û AKP ê de nîne

Çavkanî: KDP.info

 

Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selaheddîn Demîrtaş diyar kir, ku hewce nake MHP, CHP û AKP ji hev cuda bin, bila bihên ba hev û partiyeke nû ava bikin. Demîrtaş navê partiyê jî weke “Partiya Yekparêziyê” diyar kir.

 

Hevserokê BDP’ê Selaheddîn Demîrtaş di kongreya partiya xwe ya Mêrsînê de axivî û da zanîn, ku li Mêrsînê BDP rengekî cuda ye. Demîrtaş destnîşan kir, ku partiyên weke MHP, CHP, AK Partî ku  li Tirkiyeyê siyasetê dikin hemû weke hevin û pêşniyareke balkêş kir.

Demîrtaş wiha axivî: “Ji xêncî BDP’ê hemû partî eynî hevin. Dibe ku alên wan û serokên wan cuda , lê hemû eynî hevin. Li gorî min hewce nake ku MHP, CHP û AKP cuda cuda siyasetê bikin, bila ji xwe re partiyekê ava bikin û di bin banê ewê partiye de siyasetê bikin. Navê partiyê jî bila ‘Partiya Yekparêziyê’ be. Bila Tayîp Erdogan bibe serokê partiyê, Devlet Baxçelî û Kemal Kiliçdaroglu jî bila bibin alîkarên serokê partiyê.”

Selaheddîn Demîrtaş bal kişande ser operasyonên bi navê KCK’ê û da zanîn, ku di bin navê evan operasyonan de endam û rêveberên wan (BDP) hatine girtin.  Demîrtaş pirsa “Gelo çima BDP’îyan desteser dikin û dihavêjin zindanan?” kir û wiha berdewam kir: “Çimku em hemû lîstikên dewletê xirab dikin. Kesên ku hêza dewletê di destê wan de ye, guh nadin qanûnan û her roj bi dehan endam û rêveberên me davêjin zindanan. CHP jî MHP jî piştgirî didin van operasyonan. “

Nûçeyên têkildar