25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û McGurk behsa referandumê û pêngavên serxwebûnê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa referanduma Başûrê Kurdistanê û pêngavên wê ber bi serxwebûnê ve kirin.

Îro Yekşema 09.07.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Şerê DAIŞê û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Henry Hagard Konsolê Giştî Amerîka bi Wekalet li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de rewşa meydaniya bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê li Mûsil û qonaxa piştî DAIŞê û gefên wan xistin ber behs û guftûgoyan û Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hemahengiya li gel hêzên hevpeymanan û artêşa Iraqê li têkşikandina terorîstan û operasyona azadkirina Musilê bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku hebûna hemahengiya kêmwêne li navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymanan serkeftina mezin pêkaniye.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û hewlên Amerîka û hêzên din ji bo azadkirina Reqqe nirxandin û Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê spasî taybetî Amerîka pêşkêşî Serok Barzanî kir ku Herêma Kurdistanê hêsankariyekî mezin ji bo derbasbûna hevkariyên mirovî ji bo xelkê lêqewimiyê Sûriye encam daye.

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî her dû alî di derbarê referandûm û hengavên gelê Kurdistanê yê ji bo serbixweyî yê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku di derbarê vê babetê de her dû alî li peywendî û şêwirînên berdewam da bin.

Nûçeyên têkildar