26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Pêşmerge: Ji ber PKKê zêdetirî 30 kes li Şingalê hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, heta PKK li Şingalê be dê metirsî li ser xelkê Şingalê berdewam be û navçe aramiyê nabîne,,ji ber ku li wê navçeyê zêdetirî 30 kesî hatine kuştin.

Lîwa Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber hebûna PKKê li Şingalê, xelk rastî tirs û xewfeke mezin bûne, bi awayekî her ku balafireke Hevpeymaniya Navdewletî bi ser Şingalê difirin, xelk ditirsin ku balafirên Tirkiyê bin û li PKKê bidin, lewma jî koçberên Şingalê hêj ditirsin vegerin ser malên xwe. Em baş dizanin ku eger ne ji PKKê be, balafirên Tirkiyê li Şingalê nadin.”

Sîteyî wiha got: “Heta PKK li Şingalê be aramî û seqamgîrî nabe, ji ber ku xalên xwe yên kontrolê datînin û otomobêlên wan ên bênemre li nava xelkê digerin û xelkê bêzar dikin, jibilî wê jî heta niha li navçeyên ku di bin destê wan de, heta niha 30 kes hatine kuştin û li navçeyên din jî ti kesek nehatiye kuştin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Pêwsît e bilez PKK ji Şingalê bê derxistin da ku Şingal bê avrdankirin û xelk ji tirsa wan xelas bibin û aramê vegere navçeyê û êdî koçber vegerin ser malên xwe.”
 

Nûçeyên têkildar