25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Bilind a Referandumê 3 biryar derxist

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro li Pîrmam yekem civîna Encûmena Bilind a Referandumê bi serpereştiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endam li wê encûmenê birêve çû.

Piştî nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nirxandina helwesta civaka navdewletî û proseya siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê, biryar li ser van xalên xwarê dan:

Yekem: Pabendbûna beşdarbûyên civînê bi biryar û raspardeyên civîna 07.06(hezîran)2017 ya di derbarê diyarîkirina roja 25 Eylûla 2017 ya ji bo birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina debara jiyana xelkê.

Duyem: Ji bo hengavên kirdarî li amadekariyên hemû warên referandûmê heykeliyeta kar ya Encûmena Bilind a Referandumê û jêr komîteyên din hate diyar kirin.

Sêyem: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve bi hemahengî li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, pêdiviyên birêveçûna referandûmê peyda dike.  

Nûçeyên têkildar