26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Partiya Maf û Azadiyan: Em piştgiriyê li referandumê dikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Sekreterê Polîtburoya PDKê de, Serkreterê Partiya Maf û Azadiyan piştgiriya partiya xwe ji bo mijara referanduma Başûrê Kurdistanê ragihand.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Refîq Qereqoc û şanda pê re kir, ku pêk hatibû ji cîgirên serok Letîf Ezdemîr û Duzgîn Kayelan û Berpirsê Pêwendiyên wê partiyê Zana Sezen.

Sekreterê Polîtburoya PDKê di wê hevdîtinê de got ku ev çendîn sal e gelê Kurd ji bo azadî û aştiyê têkoşanê dike ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, lê îro qonaxeke dîrokî û girîng e di dîroka gelê Kurd de, ku bi riyên demokrasiyê daxwaza mafê xwe dikin, ku ew jî biryara referandumê ye û ev pêngav jî temamker e ji xebata gelê re ber bi azadî û serxwebûnê ve.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Partiya Maf û Azadiyan spasiya Fazil Mîranî kir li ser vê pêşwaziya wî ya gerim li şanda wan û tekez kir ew bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin.

Refîq Qereqoc wiha got: “Em ligel PDKê li ser pirsên sitratejîk û neteweyî hevnêrîn in, lewma jî pêwîst e xebatên Kurdan ên aştiyane û medenî berdewam bin ji bi gihîştin bi mafên rewa ên gelê Kurd. Herwiha em helwestên Serok Barzanî pir girîng dibînin, ku di berjewendiya hemû Kurdan de ne.”

Nûçeyên têkildar