26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Seyda: Referandum pirsekî neteweyeyî ye û divê hemû alî piştgiriya wê bikin

Çavkanî: KDP.info

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê Berê yê Encumena Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Ebdulbast Seyda dibêje, referanduma Başûrê Kurdistanê ne pirsekî hizbî ye û girêdayî gelekî ye, lewma jî pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê piştgiriya wê bikin û vê proseyê ser bixin.

Ebdulbast Seyda ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandum mafekî rewa û sirûştî yê gelan e, nexasim ji Kurdan re, ku gelekî pir mezin e û hêj bêmaf e. Referandum pirsekî neteweyî ye û nabe bi hênceta mîna parlemantoyê astengî jê re bên derxistin. Rast e çalakirina parlamentoyê girîng e, lê nabe pirseke neteweyî mîna referandumê bibe hêncetek ji bo encamnedana wê û divê gelê Kurd bi temamî kar ji bo serxistina wê bike.”

Himek kes dibêjin ku welatên navçeyê nahêlin referandum bê kirin, di bersivê de jî Ebdulbasit Seyda dibêje: “Eger îradeyeke bihêz ji bo referandumê hebe, ti hêzek nikare bibe asteng jê re. Rast e hinek hêzên navçeyê dixwazin ku astengiyan ji vê pirsê re derxînin lê eger Kurd yekdeng bin ti kes nikare rê li pêşiya referanduma wan bigre û pêwîst e bi her awayekî be referandum bê kirin û helbet îradeya gelê Kurdistanê ji hemû hêzekê mezintir e.”

Nûçeyên têkildar