25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pispor: Yasayên navdewletî û destûrê Iraqê mafê referandumê dane Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Başûrê Kurdistanê ku niha nêzîk dibe ji encamdana referandumê di 25ê meha 9an de, da ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Pisporên yasayên navdewletî dibêjin, li gorî destûrê Iraqê û hem jî li gorî yasayên navdewletî jî, Başûrê Kurdistanê dikare biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Pispor di warê yasayên navdewletî de û mamosteyê zanîngehê, Dr. Salih Mela Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî destûrê Iraqê mafê Başûrê Kurdistanê heye ku referandumê bike û çarenivîsa xwe diyar bike. Di rastiyê de, Hikûmeta Iraqê bûye sedem ku Kurdistanê biryar bide ji Iraqê cuda bibe, ew jî ji ber wan hemû binpêkirinên Bexdayê yên li hemberî Hewlêrê. Êdî dewleta Iraqê hatiye şikestin û ji ber ku referandum pirsekekî navxweya Iraqê ye û Iraq hatiye şikestin, êdî pêwîst e Kurdistan biryara xwe bide û ne ji mafê ti welatekî ye ku rêgiriyê li mafê Kurdistanê bigre. Li gorî yasayên navdewletî jî ji mafê her miletekî ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Alîkarê berê yê serokê Zanîngeha Dihokê Dr. Selîm Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelk bi biryara referandumê dilxweş in û pir bi germî pêşwaziyê lê dikin, ji ber ku xelkê Kurdistanê wek pirseke dîrokî dibînin. Hikûmeta Iraqê niha bi şerê DAIŞê daketiye û her ku vala bibe dê dîsa dijayetiya Kurdistanê bike. Êdî dem hatiye guhertin û mafê Kurdistanê heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û ji mafê me ye ku em bibin xwedî dewlet. Herêma Kurdistanê bûye xwedî pêgeheke bihêz li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê û emê bighên mafê xwe yê serxwebûna Kurdistanê. Jibilî ku dewletbûn mafekî rewa û xwezayî yê Kurdistanê ye, yasayên navdewletî û destûra Iraqê jî mafê referandumê û diyarkirina çarenivîsê daye gelê Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar