26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK bo Brîtanya û civaka navdewletî: Piştevanê biryara Kurdistanê bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Konsulê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî daxwaz ji Brîtanya û civaka navdewletî kir ku piştevanê biryara gelê Kurdistanê bin.

Îro Fazil Mîranî pêşwazî li Martn War Konsulê nû yê Brîtanya û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de Mîranî tekez kir li ser biryara referandumê di 25ê meha 9an a îsal de, ku biryarek e û gelê Kurd daye.

Sekreterê PDKê hêvî xwest ku Brîtanya û civaka navdewletî piştgiriyê li vê xwesteka gelê Kurdistanê bikin, ku bi awayekî aştiyane û dûr ji tundiyê gelê Kurdistanê wek hemû gelên cîhanê mafê wî heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Brîtanya kêfxweşiya xwe nîşan da bi destbikarbûna wî li Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ku ew karibe asta pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de bighîne qonaxekî pêşkeftîtir.

Nûçeyên têkildar