25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Derçûyên zanîngehê: Emê bêjin Erê ji Kurdistaneke serbixwe re

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Derçûyên xula bi navê Referandumê ya Zanîngeha Selaheddîn kêfxweşiya xwe ji malpera KDP.info re nîşan didin ku îsal ahenga wan bi navê referandumê bû. Piştgiriya xwe ji bo referandumê re nîşan didin û dibêjin, ewê bêjin Erê ji Kurdistaneke serbixwe re.

Derçûyê beşê derûnzaniyê, Omêd Resûl dibêje: “Ez kêfxweş im ku îsal navê ahenga me ya derçûnê Referandum e. Ez soz didim ku careke din di roja 25 meha 9ê de ahenga serkeftinê bi dengê Erê lidar bixim.”

Derçûya beşa kargêrî û darayî Şeyma Usman jî dibêje: “Îro ji me re 2 aheng in, yek ji ber derçûna me ye û ya din jî piştgiriya referandumê ye. Ez soz didim ku ezê di referandumê de bi xwînê binivisînim Erê ji serxwebûna kurdistanê re.”

Sara Mehmûd ku derçûya beşê yasa ye, kêfxweşiya xwe nîşan dide ku gelê Kurdistanê di bin ala rengîn de gihîştine wê rojê ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û dibêje: “Ez kêfxweş im ku ezê bi dengê Erê ji serxwebûnê re, dawiyê li xwendina xwe jî bînim. Hêvîdar im nêzîk em dewleta xwe rabighînin.”

Nûçeyên têkildar