26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêdetirî 2 hezar belge li ser jenosîda Kurdên Êzdî hatine komkirin

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê ragihand, zêdetirî 2 hezar belge li ser jenosîda Kurdên Êzdî hatine komkirin, hinek belge jî li Bexdayê ne lê nadin Herêma Kurdistanê.


Berdevkê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Fuad Osman ji malpera KDP.info re ragihand ku, heta niha zêdetirî 2 hezar belge li ser komkujî û jenosîda Kurdên Êzdî ji aliyê Lêjneya Nasandina Jenosîda Kurdên Êzdî ve hatine komkirin.
Fuad Osman her wiha got ku, hîn jî belge tên komkirin. Hinek belge jî ku li nav gorrên bi kom yên şehîd û enfalkiriyan de hatine derxistin, li Bexdayê ne lê nadin Herêma Kurdistanê. Me beşek ji wan wergirtiye lê hîn beşek mezin maye.

Nûçeyên têkildar