Hikûmeta Kurdistanê topbarana Îranê li ser Başûr îdane kir

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê topbarana navçeyên xwe yên sînorî ji aliyê Îranê ve îdane û protesto kir û konsulê Îranê gazî dike.
Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew topbarana Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.
Hikûmeta Kurdistanê ragihand: “Em pêbend in bi bingehên cîrantiya baş û em destê xwe qet naxin nava karûbarên Îranê û herwiha jî em navin aliyek ji pirsgirêkên ku di navbera Hikûmeta Îranê û opozisyona wê de hene.”
Di daxuyaniya xwe de, Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Em naxwazin koçer yan jî gundiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê bibin qurbaniyên topên Komara Îslamî. Lewma jî, em di dema ku wan topbaranan şermezar dikin, herwiha em daxwaz ji Tehranê dikin ku dest ji êrişên xwe li ser xelkên sivîl û li ser axa Herêma Kurdistanê, berde.”
Herwiha Hikûmeta Kurdistanê gazî Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê dike û dibêje: “Armanc ji wê gazîkirinê bo gihandina peyam û helwesta nerazîbûnê ya me ye, da ku wê peyamê bighînin paytexta xwe.”




